Li Amedê peyama, ‘’Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin'

Lİ Amedê bi sedan ciwan hatin cem hev, bi dirûşma ‘’me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ gotin ew ê ber bi hilbijartina 24’ê Hezîranê ve biçin.

Meclîsa Ciwanan a  Partiya Herêma Demokratîk (HDP) li Peyas a Amedê, li Hêwana Konferansê ya Kaplan Cîty Parkê hatin cem hev. Li şahiya Meclîsa Ciwanan endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê û namzetê parlamenteriyê yê Amedê Gara Paylan, Parlamenter Îmam Taşçier, namzeta HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, namzetên ciwan Abdurrahîm Durmuş û Dersim Dag û bi sedan ciwan hazir bûn. Li hêwana pankarteke mezin a bi nivîsa ‘’Me bi ciwanî destpê kir, bi ciwanî em ê bi ser bikevin’ hate daleqandin.

Dayika Aştiyê Kudret Yilmaz bal kişande ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: ‘’24’ê Hezîranê di serî de Girava Imraliyê dive em deriyê hemû zindanan vekin. Serokê me li zindanê ye lê ew di mêjî û rihê me de ye. Her çilo jî be dive em Demîrtaş bişînin Enqerê.’’

Yek ji namzetê ciwan ê HDP’ê Desim Dag jî bal kişande ser komkujiyên dewleta Tirk ên li bajarên Bakur û got: ‘’Heke em li bîra xwe binerin, wê bi bîra me were ku desthilatdarî hewl da ku li Sûrê, Cizîr, Nisêbîn, Şirnexê û li gelek bajarê Kurd bi komkujiyan muxalefeta Kurda sten bike.’’

Dag bi berdewamî bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û got: ‘’Beriya ku Efrîn were dagirkirin Kurdan gotin divê li dijî Erdogan ku li hundir û derve dixwaze şer geş bike, têkoşîn hebe. Lê wan çi kirin, careke dî hewl dan ku Kurdan tine bikin. 60 rojî gelê Efînê li dijî leşker û hêzên NATO’yê bi fedekarî li ber xwe dan. Ev berxwedaniya mezin a li dijî êrîşên hewayî, teknîka pêşketî pîroz e. Dive her kes wiha bizanibe. Bi vîneke mezin berxwedanî çêbû. Ev berxwedan niha jî didome.’’

Yek ji namzetê dî yê ciwan ê HDP’ê Abdurrahîm Durmuş jî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: ‘’Armanca tecrîda li ser Rêzdar Ocalan teslîmkirina Kurdan e. Tecrîd her wiha darbeyeke li dijî aştiya civakî ye. Em ber bi 24’ê Hezîranê ve em ê tecrîdê bişkînin.’’

Namzeta parlamenteriyê ya Amedê ya ciwan Salîha Aydenîz jî got: ‘’24’ê Hezîranê wê faşizm hilweşe. Em vê ji coşiya ciwanên li hêwanê dibînin. 24’ê Hezîranê wê di bin sendoqan de bimînin.’’

Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Garo Paylan jî axivî û got: ‘’Ciwaniya me bi tarîtiya Erdogan çû. Em naxwazin ciwaniya we jî bi tarîtiya Erdogan biçe. 24’ê Hezîranê fetlonekeke girîng e. Divê em  hemû hevrêyan 24’ê Hezîranê azad bikin. Divê em slavên xwe ji Abdullah Ocalan ê ezîz re bişînin. Ti hêz nikare li pêşberî van ciwanan raweste. Xeman nexwin, em ê hev wêrek bikin. 24’ê Hezîranê wê dewran bizivîre, ji vê bawer bin. Careke dî wê Sûr, Cizîr dubare nebin. Em ê bi hemû gelan re govendê bigerînin, bi horonê em ê werin cem hev.’’

Piştî axaftinan sînevizyon ên bi naveroka axaftinên Ocalan hate nişandan ku xîtabî ciwanan dikir û diaxivî. Dema sînevizyonê, dema ku Ocalan diaxivî li hêwanê her kes li çepkan xist û dirûşm hatin berzkirin.

Nûçegihan Ozgur Amed jî di şahiyê de axivî û got: ‘Şikandina faşîzma ku li ser yek zilamî ava dibe wê ji bo me bibe moreleke zêde. Ji bo vê jî ev hilbijartin ji yên dî cuda ye. Di van hilbijartinan de her tişt ji nû ve dest pê dike. Kurd hene yan na.Faşîzm her tiştî ji nû ve dubare dike.’’