Li Amedê operasyonên qirkirina siyasî: 13 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê li dijî kesên ku ji bo hilbijartina di 24’ê Hezîranê xebatê dikin, operasyonên qirkirina siyasî hate kirin. Di çarçoveya van operasyonan de 13 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeya Rezan a Amedê polîsan girtin ser malên endamên HDP’ê yên ku xebata hilbijartina 24’ê Hezîranê dikirin. Di operasyonê de Hevseroka Navçeyê ya DBP’ê ya Rezan Hasret Akay, Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya Bagcilarê Sînan Dogan, Saadettîn Akay, Yasîn Bîet, Arzû Karaman, Ozlem Noyan, Hacer Yaşar, Hasan Al, astengdar Tarik Gunden û 4 kesên ku navê wan nehate hînbûn, hatin destgîrkirin.

13 kesên ku hatine destgîrkirin birine Gerînendetiya Emniyetê ya Bajar.