Li Amedê li dijî leşkerên derketibûn operasyonê çalakî hatin lidaxistin

Li Amedê gerîlayên HGP’ê li dijî leşkerên derketibûn operasyonê çalakî lidarxistin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, wesayîtekî zirxî hate derbkirin. Li dijî xeta boriya petrolê ya li navçeya Gercan a Erzînganê çalakiyek hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî operasyona artêşa Tirk a dagirker ku bi beşdariya 14 hezar leşker, cerdevan û kontrayan ku li gelek navçeyên Amedê lidar xistiye agahî parvekir û bal kişand ser van xisûsan: “Ji beriya niha me bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku artêşa Tirk a dagirker bi zêdetirî 15 hezar leşker, cerdeva û kontrayan li gelek navçeyên Amedê dest bi operasyonekê kiribûn.

Yekîneyekî ji leşker, kontra û cerdevanan pêk dihat ê operasyonê, 7’ê Hezîranê saet 12:00’an li derdorî girê Gundê Hêdik bi cih bûne. Hêzên me yên ku ev yekîne xistin bin kontrolê, 9’ê Hezîranê saet 15:15’an, li dijî vê yekîneya ku dixwest ji Gundê Hêdik derbasî gundikê Seyrek bibin çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî hatiye zelalkirin 3 leşker hatine kuştin, wesayîtekî zirxî jî hatiye derbkirin.

Piştî çalakiyê balafirên bi tîpa Kobra ya artêşa Tirk gundikê Seyrek bi rast e rast bobmerdûman kir, roja din jî artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky li qadê leşker danîne. Dîsa 10’ê Hezîranê helîkopterên Kobra rast e rast qad bomberdûman kiriye.

Dîsa artêşa Tirk a ku zext û kiryarên dij mirovahiyê li ser welatiyên herêmê dide meşandin û rê nadin ketin û derketina gundan, operasyon, 13’ê Hezîranê veguhezandine derdorî Gundên Karinca û Mêrge yê.

12’ê Hezîranê saet 14:10’an, hêzên me li dijî konvoyekî wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk ên ku dixwest ji navenda Amedê ber bi navçeya Farqîn a Amedê ve biçe çalakiyekî sabotajê lidar xistine. Konvoya ku wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk pêk dihat, hêzên me wesayîtekî kobra kire hedef . Di wesayîta kobra ya hate rûxandin de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi ambûlansan kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr kirine.

6’ê Hezîranê hêzên me yên gerîla ku li nêzî Gundê Arigor ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê rastî dijmin tên, li vir bi dijmin re şerke qewimiye. Di vî şerê rû dayî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin, her wiha hevrêyekî me bi qehremanî şer kir û gihişte şehadetê.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Rênas Serhat

Nav û Paşnav: Îsrafîl Dûrsûn

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayikê-Bav: Nedîme – Cercîş

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 6’ê Hezîrana 2017”

 ‘LI QERSÊ KONTRAYEK HATE CEZAKIRIN

HPG’ê, diyar kir ku kontrayê bi navê Vedat Kiliç ê li herêma Çemçê ya girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê pêşengtî ji operasyonên artêşa Tirk re dikir, hatiye cezakirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li navçeya Qaxizman a Qersê li derdorî herêma Çemçê kontrayê bi navê Vedat Kiliç ê ku pêşentgiyê ji operasyonên artêşa Tirk re dike, li dijî gelê me kiryarên sûc dikin û destê wî di şehadeta hevrêyên me de hene, 14’ê Hezîranê saet 17:30’an li herêma Çemçê ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin.”

LI GERCAN LI DIJÎ XETA BORIYA PETROLÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

HPG’ê têkildarî çalakiya sabotajê ya li dijî xeta boriya petrolê ya Ceyhanê ev agahî da: “12’ê Hezîranê saet 11:30’an, hêzên me li dijî boriya petrolê ya Ceyhan a li bejahiya navçeya Gercan a Erzînganê re derbas dibe, çalakiyekî sabotajê lidar xistine. Di çalakiyê de xeta boriya petrolê îmahabûye. Artêşa Tirk piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonekê kirine.”