Li Amedê hejmara kesên ku hatine binçavkirin bû 18

Li Amedê hejmara kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatine binçavkirin bû 18. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Helbest Îlkan jî li Mêrsînê hate binçavkirin.

Di operasyona li ser Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), DBP û HDP’ê yên li gelek bajaran de, hejmara kesên hatine binçavkirin bû 18. Helbest Îlkan a ku ji ber heman lêpirsînê li Mêrsînê hatibû binçavkirin ew anîn Amedê. Hat hînbûn ku dema Helbest hatiye binçavkirin, polîsan heqaret li wê kirine.

Devran Ak a ku duh di binçavan de bû, piştî stendina îfadeya wê duh êvarî hate berdan.

Siyasetmedar û çalakvanên mafên jinan ên ji ber lêpirsîneke di sala 2016’an de ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatine binçavkirin, ji bo lêpirsîna wan biryara veşartîbûnê hatibû wergirtin. Siyasetmedar û çalakvanên mafên jinan bi “Li gorî fermanên KCK’ê tevdigerin” re tên sûcdarkirin. Derbarê binçavkirinê ti daxuyanî nehate dayîn û dema wê jî hate dirêjkirin.

Navê kesên hatî binçavkirin wiha ne: Çalakvanên TJA’yê Sara Aktaş, Ayşe Gokkan, Zeynep Altinkaynak, Nalan Gozden, Şahcan Tunel, Sîbel Îldan, Hatîce Ûçar, Endamê HDK’ê Abdurrahîm Dag, Endamê KCD’ê Ercan Aslan, Endamê Meclîsa Partiyê yê DBP’ê Salih Keleş, Şaredara kevin a Baglarê Yuksel Baran, Selahaddîn Kaygûsûz, Mehmet Guzel, Kerem Dûrûk, Necla Nergîz, Sîbel Elvan, Devran Balkaş û Helbest Înan.