Li Amedê HDP’yiyan careke din dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Rejîma dewleta Tirk di 19’ê Tebaxê de sê şaredariyên bajarê mezin ê HDP’ê desteser kiribû. HDP’yiyan li Amedê di roja çaran de dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Li Amedê çalakiyên protestoyê di roja çaran de didome. Parlementerên HDP’ê Mûsa Farisogûllari, Dêrsim Dag, Remziye Tosûn, Feleknas Ûca û Dilşat Canbaz jî di nav de koma HDP’yî di bin dorpêça polîsan de li hemberî şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakî li Rêya Lîseyê didome.

Tê payîn ku wê endamên HDP’ê li pêşiya AZC Plaza ya Ofîsê jî daxuyaniya çapemeniyê bide.

Di çalakiyên protestoyê yên roja Çarşemê de polîsan êrîşî girseyê kiribû û parlementerên HDP’ê û rojnameger jî di nav de gelek kes hatibûn derbkirin. Di van êrîşan de 10 kes hatibûn destgîrkirin.

Şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê di 19’ê Tebaxê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn desteserkirin û li şûna hevşaredaran qeyyûm hatibûn wezîfedarkirin. Li bajêr terora polîsan jî hatibû kirin û 400 kes hatibûn destgîrkirin.