Li Amedê dîsa wesayîta polîsan li kesekî qelibî

Li Amedê wesayîta polîsên ku endamên POH’ê bikar dianîn li welatiyê bi navê Hasan Hazar qelibî. Hazar rakirin Beşa Cerahî ya Mejî ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Li Amedê di saetên sibê de wesayîta Polîsên Tîmên Taybet (POH) bikar dinaî li welatiyê bi navê Hasan Hazar (60) salî qelibî. Hezar ê serê wî bi awayekî tundî li erdê ket rakirina Beşa Cerahî ya Mejî ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Dema ku Hazar ji bo muayîneyê çûbû Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya li navçeya Pasûrê wesayîta polîsan lê qelibî. Hazar ê bi awayekî tund serê wî li erdê ket rakirin beşa lezgîn. Hazar ê rakirin Beşa Cerahî ya Mejî ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê rewşa wî ya cidî dewam dike.

EFE TEKÎN Ê 11 SALÎ JÎ BI WESAYÎTA ZIRXÎ HATIBÛ QETILKIRIN

Wesayîta zirxî ya polîsan li ser Rêya Emek a Taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê li zarokê bi navê Efe Tekîn dabû û miribû.