Zarokê ku wesayita zirxî xwe lê qelibandî  şehîd bû

Li Amedê 11'ê Îlonê zarokê bi navê Efe  Tektekîn ku wesayita zirxî ya polîsên Tirk xwe li qelibandî şehîd bû.

Efe Tektekîn ku wesayita zirxî  xwe lê qelibandibû û birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît şehîd bû.
 
Zarokê 6 salî Efe Tektekîn  ê li ser Kolana Emekê ya taxa 5 Nîsanê ya navçeya Baxlarê ya Amedê wesayita zirxî xwe lê qelibandibû, şehîd bû. Di 11 mehê de wesayita zirxî xwe lşi Tektekîn qelibandibû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat tedawîkirin, şehîd bû. Cenazeyê Tektekîn ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî. Malbat wê piştî otopsiyê cenazeyê Tektekîn li Goristana Yenîkoyê veşêrin.
 
Kalê Tektekîn Mehmet Tektekîn (85) jî di 6'ê Hezîrana 2018'an de TOMA'yê xwe lê qelibandibû û şehîd bûbû.