Li Amedê di serdegirtina malan de 6 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê bi hinceta tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê bûne 6 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeyên Çinar û Karazê yên Amedê, serê sibehê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku kesên hatine destgîrkirin 21'ê Adarê tevlî pîrozbahiya li Amedê bûbûn.

Li gundê Çaytepe yê Karazê Ayşegul Sogut, Yasîn Çetîn, Siddik Polat, Vedat Kizil, li Çinarê jî Talat Ozdemîr û Metîn Vûral hatin destgîrkirin. 6 kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

Li navenda bajêr roja Newrozê nêzî 100 kes hatibûn destgîrkirin. Ji kesên hatin destgîrkirin 87 jê hatin berdan, 13 jî hîn girtî ne.