Li Amedê di komxebatê de ji bo xwedîderketina li Kurdî bang hate kirin

Zext û qedexeya li ser Kurdî, li komxebateke li Amedê hatin nirxandin. Di komxebatê de ji bo xwedîderketina li Kurdî bang hate kirin.

Komxebata "Dem dema parastina ziman e" bi hevkariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP); Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) ve tê lidarxistin. Komxebat li Amedê li otelekê desdt pê kir û wê du rojan dewam bike. Di komxebatê de wê zext, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî û gavên li dijî van astengiyan bêne nirxandin.

Di nava beşdaran de rêveberên Platforma Zimanê Kurdî, pêkhateyên Tevna Çand û Zimanê Kurdî, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, rêveberên Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA) hene. Di destpêka komxebatê de Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan axivî.

Şîlan Elmas Kan bal kişand ser qedexeya ku qeyûmê talanker daniye ser Kurdî û li dijî qeyûm û polîtîkayên tunekirina ziman, ji bo zimanê Kurdî tevlî siyasetê û civakê bibe, ew têdikoşin.

SILAVA JI GIRTIYÊN SIYASÎ

Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî ku ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê nû hate berdan, di destpêka axaftina xwe de silavên girtiyên siyasî ragihand. Rifat Ronî got, "Gelê Kurd bi salan e j ibo zimanê xwe yê dayikê berdêlên gelekî giran da û têkoşiya. Zimanê dayikê ji bo naskirina miletekî xwedî roleke girîng e. Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin û ji nifşên xwe yên nû re ragihînin."

BANGA JI BO AXAFTINA BI KURDÎ

Parlamentera HDP'ê Dersim Dag jî qala karê partiya xwe kir ên ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Dersim Dag got, "Em, siyasetmedarên kurd, em ê polîtîkaya xwe ya ji bo ziman xurt bikin. Roj roja axaftin û xwedîderketina li Kurdî ye. Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin, hîn bêhtir pê bixwînin, biaxivin û binivîsînin."

Piştî axaftinan têkildarî êrişên li ser zimanê Kurdî û girîngiya zimanê Kurdî sînevîzyon hate nîşandan.

Komxebat piştî nîşandana sînevîzyonê bi rengekî li çapemeniyê girtî dewam kir.