Li Amedê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê

Rêxistina HDP'ê ya Amedê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina greva birçîbûnê ya li girtîgehan çalakiya rûniştinê li dar xist.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku 97 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Rêveberên HDP û DBP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo tevlî daxuyaniyê bibin li ber Peykerê Mafên Mirovan ê Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê li hev civiyan, lê belê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Polîsan bi bendan dor li Bîrdariya Mafên Mirovan girtin û diyar kirin ku ji ber daxuyanî li dijî tecrîdê ye wê destûrê nedin.

Komê jî bi çepik û tilîliyan ev astengî şermezar kir û dest bi çalakiya rûniştinê kir.