Li Amedê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê

Rêxistina HDP'ê ya Amedê, ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û silavkirina berxwedana li zindanan, çalakiya rûniştinê li dar xist.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana li zindanan, li Parka Koşûyolû ya Baglarê xwest daxuyaniyekê bide. Bi sedan polîsî beriya daxuyaniyê bi wesayitên zirxî dor li parkê girtin.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî di nav de endamên HDP'ê ji ber ku destûr nehate dayin ku daxuyaniyê bidin, li parkê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. HDP'iyan tecrîd û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan bi çepikan şermezar kirin.

Polîsan her wiha astengî danîn pêşiya rojnamevanan ên ku xwestin dîmenê çalakiyê bikişînin.