Li Amedê aqûbeta Ahmet Bîçîmlî hate pirsîn

Di çalakiya ÎHD û Xizmên Windayan de aqûbeta Ahmet Bîçîmlî yê ku li Farqînê hate windakirin, hate pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya ku bi slogana “Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin” her hefte li dar dixin, vê hefteyê jî ya 449’an li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Ahmet Bîçîmlî hate pirsîn. Bîçîmlî ji aliyê Hîzbûllahê hatibû revandin û piştre agahî jê nehatibû stendin.

ÇÎROKA BÎÇÎMLÎ

Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Ahmet Bîçîmli xwend.

Yalçin diyar kir ku şahidên bûyerê gotine, çavên Bîçîmlî hate girêdan û ew bi darê zorê li wesayîteke spî kirine. Yalçin got ku, “Di 20’ê Îlona 1994’an de dema diçû Farqînê li nêzî gundê Heremşeytanê hîzbûllahan pêşiya wî girtine û ew bi darê zorê li wesayîtekê kirine. Şivanekî ev bûyer dîtiye lê piştre nexwest şahidiyê ji vê bûyerêr e bike. Ligel ku malbatê gelek caran li aqûbeta Bîçîmlî pirsîn jî, tu encam bi dest nexistin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqîqeyan hate lidarxistin.