Li Amedê 9 kes hatin girtin

Ji nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên di operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê de hatin destgîrkirin, 5 jê hatin berdan, 9 kes jî hatin girtin; karûbarên 14 kesî jî didomin.

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li ser îfadeyên şahidên nepenî yên têkildarî çalakî û aktivîteyan a ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de 24’ê Gulanê li Amed, Edene, Mêrsîn, Dîlok, Dersim, Stenbol û Êlihê polîsan avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navçe û bajaran, dîsa Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP) Aycan Taşkiran û gelek nûnerên sendîka û komeleyan jî di nav de 30 kes hatibûn destgîrkirin.

Biryara veşariyê ji bo dosyayê hate dayîn, 14 kesên karûbarên wan ên li Midûryeta Emniyetê ya Amedê qediyan, îro sewqî edliyeyê kirin. Serokwekîlê HDP’ê yê Amedê Îrfan Soner, Hevserokê HDP’ê yê Yenîşehîrê Kasim Kaya, Rêveberê HDP’ê yê navçeya Rezanê Kemal Baran, Rêvebera berê ya HDP’ê ya navçeya Peyîzava Newroz Reşîtoglû, endamê Meclîsa HDP’ê ya Rezanê Husnu Aslan, Rêveberê HDP’ê yê berê yê bajar Alî Îhsan Karahan, Rêveberê HDP’ê yê bajar Abdullah Arkan, Rêveberê HDP’ê yê Peyîzava Şahîn Eroglû, Rêveberê DBP’ê Şahîn Tanriverdî, Rêveberê TUAY-DER’ê Mehmet Ozel, mamosteyê bi Biryarnameyên di Hikûmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatin derxistin Firat Akdenîz, Engîn Ihlamûr ên li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin, bi dawaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin.

Aslan, Kasim Kaya, Mehmet Ozel, Medenî Yanlış, Şahîn Eroglû yên li dadgehê îfade dan bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Abdullah Arkan, Yûsûf Sekmen, Alî Îhsan Karahan, Kemal Baran, Şahîn Tanriverdî, Îrfan Soner, Firat Akdenîz, Newroz Reşîtoglû û Engîn Ihlamûr jî bi hinceta tevlîbûna çalakî û aktivîteyan bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.

14 kesên li Midûryeta Emniyetê ya Amedê piştî karûbarên wan ên îfadeyê qediya û şûnde li bendê ye îro yan sibe sewqî edliyeyê bikin.