Li Amedê 6 kesên hatibûn destgîrkirin hatin girtin

Li Amedê ji 7 kesên di nav de endamên partî, komeleyên jinan, hevşaredarên berê û sendîkavan hene 6 jê hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola edî hate berdan.

Duh, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Eşref Mamedoglû, Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Ramazan Dengîz, endama Komeleya Jina ya Rosayê Gulîstan Nazlier, rêveberê HDP'ê yê berê Hasan Kale, Serokê Şaxa Jimare 1 a Genel-Îş'ê Hasan Hayrî Eroglû, hevşaredarê berê yê Şaredariya Rezanê Eşref Guler hatibûn destgîrkirin. Kesên navborî îro sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin û bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Her wiha endama Komeleya Jina ya Rosayê Sûzan Îşbîlen jî ji ber nexweşîna xwe bi şertê kontrola edlî hat berdan.