Li Amedê 6 girtî ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin

Li Amedê dema ku  6 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê anîn Nexweşxaneya LêkolÎn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl ji aliyê leşkeran ve hatin derb kirin.

Li Amedê dema ku girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl bi hinceta ku dirûşme berz kirine ji aliyê leşkeran ve hatin derb kirin.

Mirovên li derdor ku bûn şahidên êrîşa leşkeran xwestin dîmenan bi telefonê xwe qeyd bikin. Li ser vê leşkeran bi lez û bez girtiyên çalakgerên greva birçÎbûnê birîn avahiya nexweşxaneyê.