Li Amedê 4 çalakgerên greva birçîbûnê hatin girtin

Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên li avahiya HDP'a Amedê hatibûn destgîr kirin, 4 jê hatin girtin.

Piştî parlementerên HDP'ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û endamên HDP'ê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalîk Kûrt û Yûsûf Ateş li avahiya HDP'a Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, polîsan avêtibû ser avahiya HDP'ê û ji xeynî parlementerên di greva birçîbûnê de 7 çalakgerên din destgîr kiribûn.

7 çalakgerên ku di 8'ê Adarê de hatibûn destgîr kirin îro sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Li dozgeriyê Abdulhalîk Kûrt, Yûsûf Ateş û Salîh Cansever hatin berdan û Sevîcan Yaşar, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgerçer jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê biryara girtina wan da.