Li Amedê 2 kesên din jî hatin girtin

Di çarçoveya operasyonên li ser MEBYA-DER’ê hatî kirin de di saetên êvarê de Hacîce Guneş û Mûzaffer Ûlaş ku derxistin pêşberî dadgehê hatin girtin û Tahîr Gul jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji 27’ê Sibatê ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve hatî destpêkirin 14 kes ku di nava wan de hevserok û rêveberên MEBYA-DER jî hene hatin destgîrkirin. Ji wan kesên hatine destgîrkirin Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya bajarê Amedê Hacîce Guneş û Rêveberê MEBYA-DER ya bi Biryarnameya di Hikmê Zagon (KHK) de hatî girtin Mûzaffer Ûlaş û Rêveberê DBP’ê yê Navçeya Rezanê Tahîr Gul piştî kar û barên di emniyetê de di saetên êvarê anîn edliyê. Guneş, Ûlaş û Gul ê ku bi îdeaya “endamê rêxistinê ye” derxistibûn pêşberî dozger û bi daxwaza girtinê sewqî 3. Dozgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgehê bi heman hêcetî biryara girtinê da Guneş û Ûlaş; bi şertê kontrola edlî Gul serbest berda.

Tevî girtina Guneş û Ûlaş hejmara kesên ku di çarçoveya operasyonê hatinî girtin de bûn 4 û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan. Di nava kesên hatinî girtin de ji rêveberên MEBYA-DER Meryem Soylû yê 79 salî û Hatûn Aslan ê 71 salî roja 2’ê Adarê bi heman hêcetî hatibûn girtin.

Hate zanîn ku di nava wan de Hevserokê MEBYA-DER Şêyhmûs Karadag û Yuksel Almas û rêveber û endamên saziyê yên bi navê Zekî Dag, Saît Borta, Mehmet Nûr Savaş, Mehmet Yildiz, Fehîm Azak, Halîme Topûz, Azîz Olçen, Ayşe Tûtmaz, Yildiz Damla, Aysel Pehlîvan, Mevlude Gunduz, Hulya Varan ve Ayşe Çelîkbîlek, her wiha rêveberê kevin ê HDP’ê yê navçeya Sûr a Amedê Mûrat Uzgun, rêveberê kevin ê HDP’ê yê bajêr Hafîz Işik, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Peyasê Hanim Altindag, Serokê berê yê Şaredariya Dîcleyê Mustafa Karahan bi giştî 20 kes hatine destgîrkirin.