Li Amed û Mereşê qirkirina siyasî: 19 kes hatin destgîrkirin

Li Amed û Mereşê, di operasyonên qirkirnia siyasî de 19 kes hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsînekê de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin, biryara destgîrkirina 22 kesî hate dayin. Serê sibehê bi hevdemî operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin û di encamê de Melîs Ozbalkan û Îsa Aydin jî di nav de 18 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û biryar hate dayin ku 24 saetan parêzer nikaribin kesên destgîrkirî bibînin.

MEREŞ

Li navçeya Goksûn a Mereşê jî di serdegirtinên qirkrina siyasî de Mehmet Şeker hate destgîrkirin. Şeker ku birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mûşê de hate destgîrkirin. Hate ragihandin ku Şeker wê bibin Mûşê û fikar hene ku hejmara destgîrkiriyan zêde bibe.