Li Amed û Şirnexê çalakî: 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Amed û Şirnexê çalakî kirin. Tespîtbûyî 4 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin parvekirin:

LI SILOPYA SABOTAJ

''Artêşa TC'ê ya dagirker ev demeke ku li navçeya Silopyayê ya Şirnexê, di navbeyna Girê Nasir û Xinisê de rêyeke ewlehiyê çêdike. Hêzên me sibeha 16'ê Nîsanê li dijî mekîneyên kar ên ku li Girê Nasir xebat dikirin çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de mekîneya kar bi temamî hatiye rûxandin, tespît nebûye bê ka çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Artêşa TC'ê ya dagirker operasyonek li qadê daye destpêkirin û heman rojê berêvarkî bê ku encamê bistîne vekişiyaye.

LI LICÊ SUÎKAST

15'ê Nîsanê saet 16.45'an hêzên me li Licê ya Amedê li dijî leşkerên li Girê Koxê çalakiyeke siûkastê kirin. Di vê çalakiyê de 1 leşker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker qad daye ber obûs û hewanan.

LI PÎRANÊ OPERASYON

17'ê Sibatê artêşa TC'ê ya dagirker li qadên Ziyaret, Çukula, Gorsê û Tenegrapê yên navçeya Aricak a Xarpêtê bi helîkoptêrên Kobrayê operasyon daye destpêkirin. Hêzên dagirker ku li eraziyê xebatên sehkirinê kirine 21'ê Sibatê bê ku encamekê bistînin vekişiyane.

1'ê Adarê hêzên dagirker dîsa li gundên Pîranê yên Amedê û yên navçeya Aricakê ya Xarpêtê bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov li qadên Çukula, Gorsê, Heftanîn û Tenagrapê operasyonek dane destpêkirin. Heman rojê bi balafirên şer qad hatiye bombekirin û piştre bi Skorskyê leşker hatine danîn. Heta 3'yê Adarê hêzên dagirker ku li erzayê xebatên sehkirinê domandin, bê ku encamekê bistînin vekişiyane. Hêzên dagirker di vê operasyonê de nûçeyên derewîn ku xwedêgiravî malzemeyên hêzên me di operasyonê de bi dest bixstine di çapemeniyê de par ve kirine û şerê psîkolojîk kirine.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ: 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

22'yê Adarê artêşa TC'ê ya li gundê Berikê ya navçeya Aricakê ya Xarpêtê û Pîrêjmanê ya Pîranê ya Amedê bi desteka yekîneyên veşartî li eraziyê kemîn danîne. Hêzên me heman rojê saet 07.00'an li dijî van yekîneyên veşartî çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de 3 keşker hatine kuştin û gelek leşker hatine birîndarkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker bi Skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirine û operasyon daye destpêkirin. Ev operasyon 23'ê Adarê bê encam vekişiyaye.

Di hemû operasyonên artêşa TC'ê ya dagirker de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''