Li Amed û Êlihê li aqûbeta ‘windayan’ hate pirsîn

Li Amed û Êlihê xizmên windayan ji bo Zeynel Kursen, Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz li hev civiyan, ên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn ‘windakirin’.

AMED

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 541’an de dîsa li şaxa ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Sekretera Şaxê Komeleyê Yuksel Aslan Acer axivî û nerazîbûn nîşanî qedexeya walîtiyê da.

Acer bûyera Xelfetî, kuştina 2 zarokan a li Silopya û bûyera li Siwêregê bi bîr xist û got; “Polîtîkaya bêcezayiyê binpêkirinên nû yên mafan derdixe holê.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jî wiha got; “Di encama derneketina rastiyan û pêşberîhevbûyîn yên nû derdikevin holê. Eger dayik û bav goristanekî ku destê xwe bidinê nebînin wê êşa wan her dem nû be. Cînayeta Tahir Elçî li pêş kamereyan pêk hat. Tevî vê hê sûcdar nehatine dîtin.”

Piştre Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Zeynel Kursen xwend yê ku 24’ê Adara 199’an hatibû windakirin.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan cara 447’an li avahiya ÎHD’ê li hev civiyan. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Gulbahar Kaya ve hate xwendin.

Kaya ragihand ku çalakiya wan a li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan a li Caddeya Gulistan 42 hefteye bê qanûnî tê qedexekirin û daxwaza rakirina qedexeyê kir. Kaya bi domdarî got; “Heta ku aqûbeta hemû windayan neyê eşkere kirin têkoşîna me wê bidome.”

Kaya qala çîroka Serokê Navçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) û rêveber Ebûbekir Deniz kir ê ku di 25’ê Çileya 2001’an li Şirnexê hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn windakirin.