Li Ûrmiyê pêkanînên giran li ser girtiyên siyasî tê kirin

Li girtîgeha navendî ya Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, pêkanînên giran li ser girtiyên siyasî tê kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku li beşa nimre 12 a girtîgehê girtî di şertên ne pêkan de têne girtin. Li gorî qanûnan hemû xizmetên di bin rêveberiya girtîgehê de pêwîst e ji bo beşên ku girtiyên siyasî jî tê de were bikaranîn, lê li qawûşa ku girtiyên siyasî lê dimînin çi xizmet ji wan re nayê kirin.

NEXWEŞÎ BELAV DIKIN

Çavkaniyek ku ji rewşa girtîgehê agahdar ev agahî dan; “Ji bo egzersizê rojên Duşem û Çarşemê tenê seatek dem ji bo girtiyên siyasî tê dayîn. Tenê roja Pêncşemê saetek mafê serşuştinê yê girtiyên siyasî heye. Rêveberiya girtîgehê deriyên beşa nimre 9,10 û 11 ve dike. Li van deran kesên ku nexweşiyên giran, nexweşiya AÎDS, kesên madeyên hişber bi kar tîne, tê girtin. Bi vekirina deriyan re dixwazin nêzî girtiyên siyasî bikin û nexweşiyan belav bikin.”

HAVÎNÊ BI AVA GERM, ZIVISTANÊ BI AVA SAR SERÊ XWE DIŞON

Heman çavkaniyê ragihand ku alavên xwarin-vexwarinê yên nû nadin girtîyên siyasî û neçar dihêlin ku xwarin-vexwarin bikirin.

Li gorî rêxistina mafê mirovan, çavkanî wiha got; “Girtiyên siyasî neçar dimînin zivistanê bi ava sar serê xwe bişûn. Havînan jî berpirsên girtîgehê ava sar qut dike û girtiyên siyasî bi ava germ neçar dimînin serê xwe bişon.”