Li Şirnexê talan û birîna daran zêde dibe

Birîna daran û talana ku ev demeke dirêje li daristanên Şirnexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê kirin zêde dibe.

Birîna daran di bin çavdêriya dewletê de û bi taybetî jî ji aliyê cerdevanan ve tê kirin.

Li Çiyayê Cûdî, li herêma Besta û gundê Navyan ê li ser rêya Sêrtê her roj bi sedan dar tên birîn. 

Darên li bejahiya gundê Navyanê tên birîn, bi traktoran vediguhêzin kêleka rê. Dîmenên darên ku li bajarên weke Riha û Dîlokê tên firotin ên nû hatin kişandin.

Dîmenên ku asta talankirina daristanan raxist ber çavan, ji bilî wesayîtên aydê cerdevanan, li kêleka rê bi tonan darên hatine birîn tên dîtin.