Li Şirnexê sercerdevan hate kuştin
Sercerdevanê bi navê Mehmet Paksoy, li pêşiya mala xwe ya li navçeya Qilabanê di encama êrîşeke çekdarî de mir.
Sercerdevanê bi navê Mehmet Paksoy, li pêşiya mala xwe ya li navçeya Qilabanê di encama êrîşeke çekdarî de mir.
Êrîş li pêşiya mala Paksoy a li taxa Yeşîlyûva ya li navçeya Qilaban a Şirnexê danê êvarê rû da. Di êrîşê de serdevan Mehmet Paksoy bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Paksoy li nexweşxaneyê mir.
Gelek tîmên taybet ên dewleta Tirk çûn herêmê û dor li taxê girtin.
Tê gotin, dengê çekan ji herêmê tê.