Li Şirnexê leşkerekî Tirk hate kuştin

Li herêma Besta ya Şirnexê li qada Çiyayê Filla di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîla de şer qewimî. Di şer de leşkerekî Tirk hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê şerê li Şirnexê û bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di şeva 2'ê Mijdarê de li herêma Besta ya Şirnexe li qada Çiyayê Filla hêzên me yên ku li yekîneyeke artêşa TC a dagirker rast hatin, ketin şer. Di şer de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî ibrîndar bû. Yekîneya me ya kete şer bi rengekî serketî li qadên xwe vegeriyan.

Di 4'ê Mijdarê de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê çarçoveyê de;

Qada Gundê Guzê ya herêma Garê saet di 12'an, derdora gundê Kanî Sarkê jî saet di 17:00 de hate bombekirin.

Qadên Gundê Filleha û Kurojahro yên herêma Zapê saet di 13:00 de hate bombekirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."