Li Şirnexê kombûna 'Em hemû HDP'yî ne, li her deverê ne'

Li Şirnexê ji hêla KCD'ê, HDP'ê, DBP'ê û TJA'yê ve bi dirûşmeya 'Dema Azadiyê ye' wê kombûnek çêbibe. Bi hezaran kesî HDP û DBP'yî pêşwazî kirin.

Bi hezaran kes li Erebanê berî hevdîtina bi dirûşmeya  "Dema Azadiyê" bê lidarxistin li hev kom bûn, bi konvoyê ber bi Şirnexê ve ketin rê.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bi çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" bi dirûşma "Em HDP’î ne, li her derê ne" de wê îro li Şirnexê hevdîtina gel li dar bixin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, berî hevdîtina gel, li bajaroka Ereban a girêdayî navçeya Hezexê bi awayekê girseyî ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Bi hezaran kes li Erebanê kom bûn, li ber dahol û zirnê bi coşeke mezin guvend gerandin û dirûşme berz kirin. Girseyê dûre bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê ava kirin û di ser navçeyên Hezex û Cizîrê re ber bi Şirnexê ve ketin rê.