Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin

Walitiya Şirnexê, di rojên derbasbûyî de herêmên ku bi topan hatîn şewitandin jî di nav de gelek herêm ji bo 15 rojan ‘herêmên ewlehiya taybet’ îlan kir.

Walitiya Şirnexê, gelek herêmên dikeve navçeya Silopiya yê ji bo 15 rojan ‘herêmên ewlehiya taybet’ îlan kir. Ketin û derketina sivîlan a ji bo herêman jî hate qedexekirin. Di rojên derbasbûyî de herêmên ku bi topên ji qereqolê hatîbûn avêtin û şewitin jî d inav de, navê herêmên hatin qedexekirin wiha ne; “Girê Kelhaîn, Girê Gîrîguva, Girê Şîkettemûrî,Çemê Bestebelega, Girê Kerede, Girê Kursî, Girê Rûtkekûrat, Girê Sêbira û Gorumlu, Duzalan, Dedeler, Ûyanik, Gundikê Bestebelega,Derebaşi, bejahiya Koyunoren û herên dikeve navberê de.”

Hat zanîn ku piştî qedexeyê li herêmê tevgera leşkerî zêdebûye.