Li Şirnexê coşa Newrozê

Li Şirnexê bi hezaran kes li qada Newrozê li hev kom bûn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd û ya li zindanan silav kirin.

Yek ji deverên ku Newroz bi rengekî bi heybet lê tê pîrozkirin Şirnex e. Li Şirnexê beriya destpêkirina pîrozbahiyê bi hezaran mirov li qadê li hev civiyan. Şirnexiyên ku bi kincên xwe yên neteweyî herikîn qadê, ji benda polîsan derbas bûn û derbasî qadê bûn.

ROJEVA GEL, TECRÎD E

Platforma li qadê bi alên HDP'ê, rengên kesk, sor û zer hate xemilandin û pankartên bi nivîsa "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin", "Newroz pîroz be" hatin daliqandin.

Girseya gel li ber stranan govend gerandin û Newroz pîroz kir.

Di rojeva gel de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana li zindanan û doza girtinê ya li dijî HDP'ê heye. Şirnexiyan silav dan berxwedana li zindanan û dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan.