Li Şirnex û Cizîrê destdirêjî-destavêtin hate protestokirin

Îstismar, destdirêjî û destavêtina li navçeya Cizîr û Şirnexê tên kirin bi çalakiyekê hate protestokirin.

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egtîm Sen) ji bo balê bikişînin ser îstismar, destavêtin-destdirêjiya li navçeya Cizîr û navenda Şirnexê tên kirin, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li pêşiya Nûnertiya Federasyona Sendîkavanên Kedkar ên Cemawerî (KESK) hate kirin û li gel tevlîbûna endamên KESK’ê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, reveberên HDP’î yên bajar û navçe hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlû ya bi qeyûm ji erkê hate girtin û rêveberên Tevgera Jina Azad (TJA) û CHP’î jî amade bûn.

Di çalakiyê de pankarta ‘Fêrî qîrkirinê têrê nake, ji îstismara zarokan re na’ hate vekirin û dowîzên bi nivîsên ‘Neparêze, azadneke, bi darizîne!’, ‘Zarok bêdeng namîne, tu jî bêden nemîne’ û ‘Ji şidet, destdirêjî û îstismarê re na’ hatin hildan.

Li vir Sekretera Şaxa Egtîm Sen a Şirnexê Serap Ok axivî û diyar kir ku her roj nûçeyên îstismara zarokan dibihîsin û got: “Sedemê vê daxuyaniyên nixumandina hikûmeta AKP’ê ya li himber îstismara cinsî ye. Ev yek ne ji polîtîkayên zayendperstî yên AKP’ê ne cuda ye.”

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî bal kişand ku her diçe nirxên exlaqî yên civakê tine dibe û got: “Bi saya polîtîkayên desthilata AKP’ê li sedan bajarên welat her roj destdirêjî li zarokan tên kirin. Her roj jin ji aliyê hişmendiya mêr a desthilat ve tên qetilkirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Cizîr nerazê, xwedî li zarokên xwe derkevin’ bi dawî bû.