Li Şirnex, Çewlig û Erzînganê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku di çalakiyên gerîla yên cuda de 7 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Navenga Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate weşandin ev agahî hatin dayin.

Agahiyên ku navendê dayî wiha ne:

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

Di 13’ê Hezîranê de saet di 10.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li hemberî Qereqola Serbend a Qilabanê ya bi ser Şirnexê çalakiyeke sûîkastê lidar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.

LI SÊRTÊ OPERASYON

Artêşa Tirk a dagirker li Qada Herekolê ya Sêrtê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de ya ku didome balafirên şer ên artêşa Tirk bombeyan li ser qadê dibarîne.

LI ÇEWLIGÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 5 LEŞKER JÎ BIRÎNDAR BÛNE

Di 11’ê Hezîranê de hêzên me yekîneke veşartî ya li nêzî qereqola Bawan a Dara Hênê ya bi ser Çewligê xistine bin kontrola xwe û li nêzî gundê Serêlata li hemberî yekîneya veşartî çalakiyek lidar xistine. Bi qasî ku hatiye zelalkirin di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê helîkopterên kobra bombe li ser qadê barandiye û operasyon daye destpêkirin.

12’ê Hezîranê yekîneyek ê operasyonê li Girê Şehîd Bedran bi cih bûn. Gerîlayên YJA Starê heman rojê saet 18:00’an, li dijî vê yekîneya dijmin çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerke hate kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê balafirên Skorsky ên artêşa TC kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine,her wiha dîsa yekîneyek li gir bi cih kirin. Hêzên me 13’ê Hezîranê saet 19:40’an dîsa leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Bedran bi cih bibûn kirin hedef û çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kutin û leşkerek jî birîndar bûye.

LI ERZÎNGANÊ LI YEKÎNEYA VEŞATÎ HATIN XISTIN

12’ê Hezîranê di saetên danê nîvroyê de hêzên me yekîneyekî veşartî yên artêşa Tirk a dagirker ku li zozanên Zovar ên li herêma Merek ê girêdayî navçeya Kemah a Erzgînganê demek dirêj xistin bin kontrolê. Dîsa heman rojê saet 16:30’an, li dijî vê yekîneyê çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine, bi hewan û topan qad bomberdûman kiriye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

13’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC Geliyê Arê yê girêdayî herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.