Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hate kuştin
Li bejahiya bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, di êrîşa hêzên supayê pasdaran de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûn.
Li bejahiya bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, di êrîşa hêzên supayê pasdaran de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûn.
Li gorî Kolbernewsê, li bejahiya bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê serê sibehê li komeke ji kolberan reşandin.
Hate ragihandin ku kolber Mihemed Emîn Ehmedî yê ji gundê Lacan ê ser bi parêzgeha Ûrmiyeyê, jiyana xwe ji dest da.
Her wiha kolber Ebdullah Ehmedî ku birayê kolberê jiyana xwe ji dest dayî ye û kolberekî din bi navê Uzeyîr giran birîndar bûn.
Li gor heman nûçeyê hêzên rejimê şeş kolber jî destgîr kirine.