Li Şengalê protesto: Dewleta Tirk nikare vê meşa azadiyê rawestîne!

Di çalakiya li Şengalê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê hatî lidarxistin de, peyama “Dewleta Tirk nikare vê meşa azadiyê rawestîne” hate dayîn.

LI ŞENGALÊ ÇALAKIYA PROTESTOYÎ

Piştî êrîşa hewayî ya duh li nêzî kampa Serdeştê ya Şengalê li dijî wesayîteke sivîl pêkhat û di encamê de du jin birîndar bûn, Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li gel kir, tevlî meşa îro ya Sinûnê bibin. Gel jî li ser banga Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji herêmên Ereban, ji aliyê Qibletê û navenda Şengalê berê xwe dan nahiya Sinûnê ya dikeve herêma Şemal a Şengalê. Her wiha hem rûspiyên Şengalê, hem jî hemû sazî û rêxistinên Şengalê tevlî meşêbûn. Rêjeyeke berçav a jinan bi pêşengiya TAJÊ û Jinên Ciwan ên Şengalê jî beşdarê meşêbûn.

Di meşê de dirûşma, ‘Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re’ li ser wêneyê fermandarên PDK’ê yên li gel fermandarên dagirker ên Tirk li ser sînor hatiye kişandin hate rakirin. Bi sedan wêneyên şehîdên Şengalê û bi taybet jî şoreşger û pêşengên civaka Êzidî yên bi destê dewleta Tirk û PDK’ê hatine şehîdxistin hatin rakirin. Girseya gel dirûşmên wekî, ‘Qatil Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ gotin.

Meş ku ji Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir, heya Çerxerêya Mam Zekî Şengalî dewam kir. Piştî girse gihîşt çerxerêyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Mûrad axivî. Mûrad diyar kir, ew dixwazin bi vê meşê peyama xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di rojên pîroz û dîrokî re derbas dibin. Di dîroka gelê Kurd de bi pêşengiya Egîd û Mazlûman agirê Newrozê hate gurkirin, derbeyeke mezin li koka dijmin hate xistin. Di rojbûna Rêber Apo de jî jiyaneke nû ji bo gelên bindest hate diyarîkirin. Dijminê mirovahiyê Erdogan, xwe li ber van rojên me yên pîroz nagire, êrişan pêktîn e. Di êrişa duh de xelkê me yê sivîl ê ji fermanê rizgar bûne hate hedef girtin.”

Qasim Mûrad di dewama axaftina xwe de diyar kir, wê ti êrîş nekare meşa gel a azadiyê rawestîne û wiha pêde çû: “Erdogan xwedî dîrokek tijî êşkence, darbekarî, zîndanîkirin û kiryarên ne mirovane ye. Di roja îro de li ser gele me jî pêk tîne û dixwaze rojên me yên pîroz tine bike. Eger tu pêşî li maf û azadiya gelan bigirî, wê çaxê rêya têkoşînê dimîne pêş gelan. Wê ti kes nekaribe azadiya gelan rawestîne.  Îradeya gel ji hemû êrişan bihêztir e. Zarokên agir û rojê bûne kawayên sedsala 21’ê. Ji ber vêya bizane, wê li dijî zilma te berxwedan çêbibe.”

Qasim Mûrad di dawiya axaftina xwe de ragihand ku delweta Tirk dixwaze hemû gelên Rojhilata Navîn ji xwe re bike kole û got: “Dewleta Tirk dixwaze tevahiya gelên Rojhilata Navîn kole bike û bixe bin desthilata xwe. Lê ev yek wê ti carî pêk neyê û wê serkeftin her ya gelê bindest be.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Şengalî piştî Qasim Mûrad axivî û got: “Di serî de hemû şehîdên di rêya azadiyê de canê xwe dane, bibîr tînim. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin li hemmber xiyanetê hişyarbin û rê nedin xiyanet di nava me de bijî.”

Zozan Şengalî her wiha ragihand ku êrîş ne tenê bi balafiran pêk tên û wiha axivî: “Ne tenê bi êrîşên hewayî, bi gelek rê û rêbazan, dixwazin îradeya gelê me tine bikin. Pêwîste gelê me bizanibe ku pîlan li ser têkirin û pêwîste ti kes nebe hevkarê van êrişên li ser me. Bi êrişan wê dewleta Tirk û hevkarên wê nekarin bigihijin armanca xwe. Çiqas êrîş li ser me pêk werin jî, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û bigihijin serkeftinê.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Qatil Erdogan’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.