Li Şengalê gorekî din a komî hate dîtin

Li Şengalê ya çeteyên DAÎŞ’ê qirkirin pêk anî, piştî bi salan gorekî din a komî hate dîtin.

Li gundê Koço yê Şengalê di 16'ê Adarê de, bi fermî ji aliyê hikûmeta Iraqê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi amadebûna bi seden Êzidiyan vekirina gorên komî ji aliyê Tîmên Vekirina Gorên Komî ve destpê kir.

Bi vê boneyê Tîmên Vekirina Gorên Komî îro destbi vekirina gora duwem kirin.

Hêjayê gotinê ye ji gora yekem 28 rifatên kesan hatibûnn derxistin. Hemû rifatên ji gorê hatin destxistin ji bo lêkolîna DNA'yê rêkiribûn Tiba Edlî ya Bexdayê.

Ji bo ku bên naskirin, ji berî niha ji kesên xizmên wan winda bûne xwîn hatibû girtin.

Li gundê Koço yê Şengalê heta niha 9 gorên komî hatibûn tespîtkirin.