Li Şengalê êrîşên dagirkeriyê û peymana 9’ê Cotmehê hate protestokirin

Bi hezaran Êzidî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dijî ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê ya PDK’ê û Kazimî meşiyan.

Civaka Êzidî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dijî ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê, zext û êrîşên PDK’ê û hikûmeta Kazimî meşiya.  Di meşê de Şengaliyan pankart û dowîzên li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK'ê hildan. Şengaliyan di meşê de timî dirûşmên “Şengal welatê me ye",  "Asayîş hêza me ye", "Asayîşa me rûmeta me ye", "Em şer naxwazin, aşitî dixwazin", "Bijî Berxwedana Şengalê" û "Bimre xiyanet” berz kirin..

Piştî meşê, li Çerxerêya Mam Zekî, li ser navê girseyê Endamê Meclîsa Xweser Xelef Şengalî 6 daxwazên civaka Êzîdî ji raya giştî re aşkera kirin. Şengalî her wiha daxwaza avakirina lijneyeke lêpirsînê derbarê berpirsên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya bi destê DAIŞ’ê jî kir.

Xelef Şengalî daxwazên Şengaliyan wiha kirin rêz: “

•    Em her biryareke ku ji bo jiholêrakirina hêzên me yên di dema fermanê de hatine avakirin, red dikin.

•    Em bang li NY´ê dikin ku dest werde li binpêkirinên maf û azadiyên civaka Êzîdî.

•    Pêwîst e Iraq di çarçoveyeke qanûnî de Asayîşa Êzîdxanê qebûl bike.

•    Divê lijneyek bê avakirin, ji bo kesên di dema êrîşên DAIŞ’ê de erka xwe bi cîh neanîne û gel bi tenê hiştine bên dadgehkirin.

•    Şandeya ku beriya niha bi çend rojan çû serdana Kazimî, nûnertiya Şengalê nake, ev şande ji aliyê PDK’ê û Berpirsê Operasyonên Nînowayê ve hatibû birêxistinkirin.

•    Em bang li Babê Şêx jî dikin, nebe alîgirê tu aliyekî siyasî, wekhev nêzî tevahî Êzîdiyan bibe, ji ber ku Bavê Rûhanî yê tevahiya Êzîdiyan e.“

Meş bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Şengalê, Bimre Xiyanet” bi dawî bû.