Li Şengalê du kes hatin kuştin

Li ser rêya navbera Şengal û Nehiye Tilezêr du kesên Ereb ji aliyê hin çekdarên ne nas ve hatin kuştin.

Îro du kes ku hate diyarkirin welatiyên ji pêkhateya Ereb in, li ser rêya Şengal û nehiya Til Izêr kuştî hatin dîtin. Rêveberê Nehiya Tilezêr Celal Xelef ragihand ku îro li ser rêya Sereke ya navbera bajarê Şengalê û Nehiye Tilezêr du welatî ji aliyê hin kesên nasnameya wan nediyar fişek berî serî wan hatiye dayîn û hatine kuştin.

Li gorî agahiyên midûr nehya Til Izêr Celal Xelef dayî her du welatiyên hatî kuştin ji pêkhateya Ereb in û xelkê Şengalê ne.

Hate diyarkirin ku kesên hatî kuştin navê wan wiha ye: Seud Minawir û Hemûda Dela ne.

Hate diyarkirin ku piştî kuştina van kesan hatiye bihistin, 4 kesên gumanbar ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin girtin.