Li Şemzînanê çalakiya gerîla: Herî kêm 20 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê avêtin ser baregeha leşkerên Tirk a li girê Garê yê li Şemzînanê. Gerîla gir kontrol kirin û di çalakiyê de herî kêm 20 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, di şeva 12'ê Hezîranê saet di 23:00 de avêtin ser girê Garê yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê. Gerîla di demeke kin de gir kontrol kirin û derba giran li artêşa Tirk xistin.

Nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê şer dişopînin ragihandin, gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên giran avêtin ser gir û di encama çalakiyê de 20 cenazeyên leşkeran hatine tespîtkirin.

Gerîla, piştî ku gir kontrol kirin, çekên giran ên bi dest xistin îmha kirin û agir berdan malzemeyên leşkerî.

Hat ragihandin, balafirên şer ên Tirk piştî çalakiyê bombe li qada Are ya li nêzî girê Garê û herêma Xakurkê barandin.

Hat ragihandin, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wê der barê çalakiyê de agahiyên berfireh bide.