Li Şêladizê di êrîşa leşkerên Tirk de 2 kes şehîd bûn

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser gelê Şêladizê. Hejmara mirovên ji ber êrîşê şehîd bûn bû 2 kes. Tê gotin, ji birîndaran rewşa tenduristiyê ya 2 kesan giran e.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, leşkerên Tirk gule berdan şêniyên herêmê yên ku êrîşên hewayî yên li herêma Behdînanê şermezar dikirin. Hejmara kesên ji ber êrîşê şehîd bûn, bû 2 kes. Tê gotin, ji birîndaran rewşa tenduristiyê ya 2 kesan jî giran e.

Şêniyên Şêladizê, li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Behdînanê, avêtin ser baregeha leşkerî ya dewleta Tirk û ber bi Baregeha Leşkerî ya Sirê ve meşiya bûn. Tevî ku hêzên asayîşê pêşî li gel girtin, şêniyên herêmê ji ser têlan derbas bûn û dest danîn ser baregeha leşkerî.

Leşkerên Tirk ên li baregehê gule li gel reşandin û welatiyek şehîd bû, 6 jî birîndar bû. Piştre hate ragihandin ku yek ji birîndaran jî şehîd bûye.