Li Şaredariya Tûşba ya AKP’yî de operasyona nelirêtiyê

Li Şaredariya Tûşba ya AKP’yî ya Wanê, ji ber  ‘Nelirêtî û sextekariya di belgeyên fermî de’ 4 kes hatin binçavkirin.

Ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Wanê ve ku piştî lêpirsîna li ser Şaredariya Tûşba ya AKP’yî ku beriya niha bi karê nelirêtî hatibû rojevê û ji ber nûçeyê di derbarê rojnamevanan de doz vekirîbû, operasyon hate kirin.

Di çarçoveya operasyonê de têkildarî sûcê ‘Nelirêtî û sextekariya di belgeyên fermî de’ Endazyarê Nexşeyê M.E.G ku hêj li Şaredariya Tûşbayê erkdar e, kesên bi navê A.A, S.C, A,G û M.Y.S ê ku şîrketên wan nexşe û kadastroyê hene, hatin binçavkirin.

Tê payîn ku operasyon berfirehtir bibe.

Midûriyeta Emniyetê ya Wanê têkildarî mijarê daxuyanî da û operasyon piştrast kir.