Li Şaredariya Geverê talana mezin!

Desthilatdariya AKP'ê Şaredariya Geverê talan kir. Bi destê şaredariya ku qeyûm li ser e, bi milyonan lîre pere hate dizîn, şaredarî di bin deynan de hate hiştin.

Şaredariya Geverê ya Colemêrgê ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye desteserkirin, bi salan e ji aliyê qeyûm ve tê talankirin. Rêveber û derdora wan di demeke kurt de bûn xwedî jiyaneke luks.

Şaredarî destpêkê di 19'ê Kanûna 2016'an de li şaredariyê hatibû bicihkirin û bênavber 6 sal in şaredarî di destê qeyûm de ye.

Qeymeqamê navçeyê yê wê demê Mahmût Kaşikçi weke qeyûm hate tayînkirin û Midûrê Ciwan û Sporê Bayram Ozcan jî weke alîkarê wî hatibû tayînkirin.

ÎPOTEK DANÎN SER PAŞEROJA 20 SALÎ

Ozcan û Kaşikçi paşeroja 20 salî radestî Îlbankê kir û bi 680 milyon TL'î şaredarî xistin bin deynan.

Talankarên ku avantajeke mezin ji fîrmayên îhaleyan wergirtin, welê li şaredariyê kirin ku nikaribe mûçeyên personelan jî bide.

Li gel vê yekê Bayram Ozcan li Enqereyê vîlayên luks û daîre kirî. Herî dawî weke Midûrê Koordînasyon û Plansaziya Bajêr li Colemêrgê dest bi kar kir.

NE ŞAREDARÎ, LÊ HÊLÎNA NELIRÊTIYÊ YE

Piştî tayînkirina qeyûman a herî dawî ku di 17'ê Mijdara 2019'an de pêk hat, têkiliya rantê ya navbera qeyûman û alîkarên Serokê AKP'î Erol Zîrek û alîkarê heyî yê qeyûm Fevzî Yildirim eşkere bû.

Tevî Osman Dogramaci, Mahmût Kaşikçi û Omer Cîmşît ku 6 sal in li Geverê qeyûm in, alîkarên serokê şaredariyê yê AKP'î jî mal û milkên xwe zêde kirin.

Yek ji serkêşê nelirêtiya li Geverê alîkarê qeyûmê berê yê AKP'î Erol Zîrek e.

Qeyûm Osman Dogramaci piştî ku ji wezîfeyê hate girtin, qeyûmê niha Cîmşît bi hinceta nelirêtiyê Zîrek ji wezîfeyê girtibû.

DIZIYA TEMAMIYA MALBATÊ

Zîrek dema ku li şaredariyê wezîfedar bû, li yek ji kolanên herî qelebalix ên Wanê bi navê birayê xwe yê xebatkarê cemaweriyê S.Z vîlayek kirî bû.

Nirxê malîkxaneya dublek nêzî 2 milyon TL ye û tapûya wê jî bi navê birayê wî S.Z qeydkirî ye.

Zîrek apê xwe kir midûrê yekîneyek şaredariyê, biraziyê xwe jî kir ajokarê meqamê şaredariyê.

JI ÎHALEYAN BI MILYONAN LÎRE BI DEST XIST

Zîrek îhaleya rêyên beton ên li Geverê da xizmên xwe û di salên 2020 û 2021'ê de bi milyonan lîre pere ji van îhaleyan bi dest xist.

Her wiha bavê Zîrek wesayiteke şaredariyê weke wesayita xwe ya şexsî bi kar tîne. Zîrek niha jî weke personelê îdareya taybet a bajêr kar dike. Alîkarê qeyûmê heyî Yildirim jî bi wêneyê xwe yê li gel Suleyman Soylû balê dikişîne.

Piştî Zîrek ji wezîfeyê hate girtin karên ne li rê li Geverê neqediya, li şaredariyê zêdetir bû. Ji alîkarên qeyûm Fevzî Yildirim ji bo nîşan bide ku bi Suleyman Soylû re têkiliyeke xwe ya nêz heye, wêneyê pê re kişandibû li medya dîjîtal parve kir.

Fevîz Yildirim bi salan e li kulûba Yuksekova Belediyesporê serokatiyê dike û ji vir rantê bi dest dixe.

Rêveberiya qeyûman sê erasayên Şaredariya Geverê ku gelekî bi qîmet e û bi salan e ji bo gel tên bikaranîn, bi buhayekî erzan pêşkêşî alîgirên xwe kir.