Li Îdirê hilbijartin: Em ê AKP'ê di sindoqan de bifetisînin!

Li Îdirê piştî du rojan hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajêr tên kirin. Namzetê HDP'ê Kaya got, "Divê gelê Îdirê tifaqa AKP, MHP û CHP'ê di sindoqê de bifetisîne."

Xebatên HDP’ê yên hilbijartina Meclîsa Giştî ya Bajarê Îdirê bê navber didome. Namzetên HDP’ê diyar kirin ku AKP di her aliyê jiyanê de derbê li vîna gel dixe û gotin, em ê hesabên hemû bêheqiyên AKP û hevkarên wan di sindoqan de pirs bikin. 

Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Abdulkadîr Ozsûlar ê ku ji ber tevlî Konê Mertalên Zindî bûbû hatibû binçavkirin û piştî salekê hate berdan, ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hatibû girtin. Ozsûlar roja 26'ê Nîsana 2016'an careke din bû namzet ji Serokatiya Meclîsa Giştî ya Bajêr re û bi piraniya dengan hate hilbijartin. Walîtiya Tirk a ku nekarî xwe li vê encamê rabigire, ji bo betalkirina meclîsê serî li Wezareta Karên Hundir da. Piştre Daîreya 8. a Dadgeha Şêwirmendiyê, biryara ku diviyabû di mehekê de bigirta, piştî bi 2 mehan da û meclîs fesh kir. Desteya Hilbijartinê ya Bilind, biryar da ku di 4'ê Hezîranê de Meclîsa Giştî ya Bajêr nû bibe. Li gel ku ji hilbijartinê re  du roj mane  jî HDP’ê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Endama Desteya Rêveberiya Navendê ya HDP’ê Arîfe Çinar, Namzetên Meclîsa Giştî ya Bajêr Ozlem Torzuk û Abdullah Kaya li ser xebatên hilbijartinê û pirsgirêkên bajêr ji ANF’ê re axivîn.

‘LI TIRKIYEYÊ PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ HEYE’

Çinar li ser armancên xwe agahî da û diyar kir ku ji bo li gelemperiya Îdirê bibin partiya yekemîn ew ji 16’ê Nîsanê û vir de li nava gund û taxan digerin. Çinar da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye û wiha axivî: “Zextên li ser demokrasiyê û mafên azadiyê ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê û heta 16’ê Nîsanê bi awayekî dijwar berdewam dike. Êdî ev zextên bandorê li ser tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dike. EmHDP piştî referandûma 16’ê Nîsanê ji ber polîtîkayên AKP’ê yên qirêj em li bajarê Îdirê diçin hilbijartinek din. Li gel hilbijartina Meclîsa Giştî ya Bajêr nêz dibe jî em rastî heman lîstik û qirêjiyên AKP’ê yên hilbijartinê tên. Fikarên gelê Îdirê di hilbijartinê de hene ku weke di referandûmê kirin dengên bê mohr weke ku mohrkirî bin, bên qebûlkirin.”

‘TIFAQA AKP, MHP Û CHP’Ê’

Çinar destnîşan kir ku gelê Îdirê wê di 4'ê Hezîranê de bersivê bide neheqiya li wan hatiye kirin û ev tişt got: “Ji ber polîtîkayên AKP’ê yên şer bi sedan siyasetmedar, wekîl, hevserokên partiya me û hevşaredar di girtîgehan de ne. Dema mijar dibe Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê AKP, MHP û CHP dibin yek. Dîtin ku wê li navçeya Tuzluca ti namzetan dernexin CHP û MHP namzetên xwe ji Tuzluca kişandin û bi AKP’ê re bûn yek. Divê di 4’ê Hezîranê de tevahiya gelê Îdirê biçe li ser sindoqan û dengê xwe li dijî neheqiyê bi kar bîne. Divê gel sindoqan biparêze û rê nede diziyên AKP’ê.”

‘DIVÊ ÎTIFAQA ZALIMAN DIBINÊ SINDOQÊ DE BIMÎNE’

Namzetê HDP’ê Abdullah Kaya jî da zanîn ku HDP pira di nava gelan de ye û wiha got: “HDP çavkaniya jiyanê ya gelan e, hemû kême netewên li Kurdistan û Tirkiyeyê himbêz dike. Ji 7’ê Hezîranê û vir de hikûmeta AKP’ê û qesra Erdogan li dijî gelên Tirkiyeyê şerekî kûr û qirêj daye destpêkirin. Welat ber bi kaosekê ve diçe. Tenê hêviya derketina vê kaosê HDP ye. Ji ber polîtîkayên AKP’ê ti pêşketin li bajarê me Îdirê pêk nayên. Bi sedan pirsgirêkên bajarê me hene. AKP ya ku xwe li îradeya gel nagire û ji hemû aliyan ve îradeya gel xesp dike, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Abdulkadîr Ozsûlar ê ku ji ber tevlî Konê Meratlên Zindî bûbû hatibû binçavkirin  piştî salekê hate berdan. Ev yek hincet nîşan dan û ji wezîfeyê hat girtin. Divê gelê Îdirê li îradeya xwe xwedî derkeve û di 4’ê Hezîranê de beriveke xurt bide AKP û endamên wan MHP û CHP’ê. Divê gelê Îdirê îtifaqa AKP, MHP û CHP’ê dibinê sindoqê de bihêle.”

‘JI BO ÎDIREK BAŞ EM Ê BI XEBITIN’

Namzeta HDP’ê ya jin Ozlem Torzuk jî diyar kir ku HDP partiya pêşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê diparêze û got: “Li welat tenê HDP dikare aştiyek mayinde bîne. Paradîgmaya HDP’ê, paradigmaya parastina rastiya Tirkiyeyek azad e. Li bajarê me Îdirê pirsgirêkên gelek kûr hene. Hîna li gundan û navçeyan pirsgirêkên rê û avê hene. Eger em werin hilbijartin em ê ji bo demokratîbûna welat û hemû pirsgirêkên Îdirê bi têkoşîn.”