Li Îdirê gelek wesayitên zirxî hatin rûxandin

Gerîlayên HPG û YJA Starê 1'ê Hezîranê li Îdirê çalakî pêk anîn û gelek wesayitên zirxî rûxandin. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin.

Gerîlayan 1'ê Hezîranê li navçeya Başan a Îdirê çalakiyên berfireh kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, gelek wesayitên zirxî hatin rûxandin û derb li gelekan hatin xistin.

Tê gotin, gelek leşker hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan, bi 10 wesayitên sivîl, zirxî û ambûlansan termên leşkeran û yên birîndar hatine rakirin.

Tê payin ku HPG li ser çalakiyê daxuyaniyekê bide.

Dewleta Tirk îdîa kiribû ku 3 leşker hatine kuştin.