Li Êlihê yek jê berasteng 5 kes dîl hatin girtin

Li bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di serdegirtina malan de 5 kes dîl hatin girtin.

Hat ragihandin ku, serdegirtina malan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de hat lidarxistin.

Di serdegirtinên danê sibê pêkhatî de, Seyîthan Kirar ê ku sedî 92 berasteng e, Rêvebirê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saît Yaman jî di nav de 5 kes dîl hatin girtin.

Hate diyarkirin Abdulhakîm Oguz, Mahmut Îlhan û Ramazan Îlten hatine destgîrkirin.

Hat ragihandin ku ji bo dosyaya 5 kesên ku birin Fermandariya Jendirmeyan a Êlihê, biryara nepeniyê hatiye dayîn.