Li Êlihê xebatên ji bo yekîtiya netewî didome

Heyeta KCD, TJA, DBP û HDP’ê xebatên xwe yên li Êlihê didomîne. Heyetê daxwaz ji esnafan kir ku tevlî daxuyaniya çapemniyê ya girseyî ya 29’ê Çileyê bibin.

Bi wesîleya pêkanîna yekîtiya netewî ji rêvebir û hevserokên bajaran ên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Patiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îro li Hezo, Qabilcews û bajarokê Bekirhan ên Hezoyê serdana esnafan kirin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, aktîvîstên TJA, hevserokên giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Saliha Aydeniz, Parlementerên HDP’ê Ruştu Tiryakî, Îmam Taşçier, Necdet Îpekyuz, hevserok Şaredariya Êlihê ya ku erka wê hatî xespkirin Songul Korkmaz û gelek endamên Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê tevlî xebatan bûn. Xebatên serdana ji bo esnafan ji du aliyan ve hate kirin.

JI BO 29’Ê ÇILEYÊ BANG LI GEL KIRIN

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir, parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier û Mehmet Ruştu Tiryakî li navçeya Qabilcews serdana esnafan kirin. Xebatên heyetê ji aliyê leşker, polîs û çerdevanan ve hate şopandin. Esnafan bi çepik û tililiyan eleqeyek mezin nîşanî heyetê dan. Heyetê bang li hemû esnafan kirin ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi mijara netewa demokratîk, roja 29’ê Çileyê li Parka Ataturk a girêdayî Navenda Êlihê bê kirin û ji wir veqetiyan

Xebata din jî li bajarokê Bekirhan a Hezoyê pêk hat. Di serdanên vir de jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz, Parlementerê HDP’ê Necdet Îpekyuz û Hevseroka Bajarokê Bekirhanê Gulistan Sonuk cih girtin. Ev heyet jî destpêkê li ber Rêxistina Bajarok a Bekirhan HDP’ê bi gel re civiya.

‘HÛN BÊ KURD GAVEKÊ NA AVÊJIN’

Li ber avahiya partiyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz axivî û diyar kir ku ew ji bo mafê gelê Kurd têkoşînê dikin û got ku ev rastiyeke li Rojhilata Navîn bê Kurd gav nayê avêtin.

‘JI YEKITIYÊ DITIRSIN’

Hevserokê KCK’ê Berdan Ozturk got ku desthilata AKP-MHP’ê ya ku hewl dide gelê Kurd tune bike rastî berxwedana gel tên û got: “Yên ku di hewldana xilaskirina Kurdan de, îro ew bi xwe hatine rewşa tinebûnê. Em vê gavê pir bi hêzin. Em bang li gelê Kurd dikin. Îro em dizanin ku AKP a ku ber bi tûnebûnê ve demên xwe yên dawî dijî. Pêwîste her parçeyekê ya dikeve li ser milê wan pêk bîne.”

POLÎSAN GEF XWAR

Piştî axaftinan serdanên heyetên bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” û “Bimre îxanet bijî Kurdistan” pêk hat. Heyeta ku ji aliyê esnafan ve rastî eleqeyek mezin hatî di bin dorpêça polîsan de xebatên xwe birêve birin.

Heyeta ku serdana Bekirhanê bi dawî kirî bi heyeta serdana Qabilcews kirî re li navenda Hazoyê re hatin gel hev. Li wir jî bûn girseyek mezin û serdana esnafan kirin. Li vir jî bang li hemû esnafan kirin ku tevlî daxuyaniya ku 29’ê Çileyê were dayîn bibin. Gelek kesên derdor jî tevlî nava heyetê bûn û serdan kirin.

Heyetê piştî serdanên li Hazoyê xebatên xwe bi dawî kir.