Li Êlihê 'qedexeya derketina derve' hat îlankirin
Li 4 gund û 6 taxên girêdayî navçeyên Hezo, Sasonê û gundikekê ji aliyê dewleta Tirk ve qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li 4 gund û 6 taxên girêdayî navçeyên Hezo, Sasonê û gundikekê ji aliyê dewleta Tirk ve qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li Êlihê bi hinceta ku wê artêşa Tirk operasyonên leşkerî lidar bixe, li 4 gund, 6 tax û gundikekî navçeyên Hezo, Sasonê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.
Li navçeya Hezoyê gund û taxên Gumuşgorgu, Hasanko û Bisîra û li navçeya Sasonê jî gund û taxên Karameşe, Ramazan, Orta, Kelhasan, Bînonu, Kîlîmlî, Yoncaduzu û gundikê Aşaiîklîmlî qedexe hatiye îlankirin.