Li Êlihê qedexeya 15 rojan hat ragihandin

Dewleta Tirk li Êlihê “qedexeya lidarxistina çalakî û merasîman’ ya ji bo 15 rojan ragihand.

Walîtiya Êlihê li tevahiya bajêr ji bo 15 rojan "qedexeya lidarxistina çalakî û merasîman" îlan kir.

Di daxuyaniya Walîtiyê de, ji 10.05.2022 heta 24.05.2022’an ji bilî civînên fermî, merasîm, şahî, pêşwazîkirin, danîna standan û merasîma cenazeyan ku ji aliyê sazî û rêxistinên giştî yên li seranserê bajêr ve tên lidarxistin; hat destnîşankirin ku çalakî û merasîmên wekî her cure civînên li derve, daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandan, meş, çalakiyên protestoyî, pêşwazîkirina komî, merasîmên veşartinê, zincîra mirovan, danîna çeleng, belavkirina belavokan, danîna standan û vekirina konan hatin qedexekirin û bi destûra walîtiyê ve hate girêdan.