Li Êlihê operasyona qirkirina siyasî: 7 kes hatin destgîrkirin

Li Êlihê di operasyonên qirkirina siyasî de 7 kes hatin destgîrkirin.

Li Êlihê di destê sibehê de operasyonên qirkirina siyasî hate kirin û polîsan girtin ser gelek malan.

Di serdegirtinan de rêvebera rêxistina navçeyê ya Êlihê ya HDP’ê Ayşe Adlig, endamên meclîsa ciwanan a HDP’ê Harûn Aydin û Zekî Çinar, kesên bi navê Emîn Okan, Ozcan Okan, Mehmet Şah Çetîn, Mehmet Tahîr Kaygûsûz hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku sedema destgîrkirinê parvekirinên li ser Kobanê ne yên ku di sala 2015’an de li ser medyaya dîjîtal hatiye kirin.

Hate diyarkirin ev kesên hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.