Li Êlihê goristan hatin ziyaretkirin

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ku di dema serdana goristanan de axivî, got ku ji ber şer gelê Kurd cejnên xwe li goristanan derbas dike.

Li Êlihê, bi boneya cejnê gor hatin ziyaretkirin. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr, xizmên windayan, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî serdana goristanan bûn.

Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê gel qurnefîl danîn ser goran û dua kirin. Parlementer Ayşe Acar Başaran di serdanê de axivî. Başaran hemû kesên jiyana xwe ji dest dane b bîr anîn û wiha got: “Em kesên ku li vê xakê dijîn cejnên xwe li goristanan derbas dikin. Lê kesên li ser qoltixan rûdinên û zarokên gel dişinin şer jî tevî xizmên xwe cejnê derbas dikin.”

‘BIRYARA ŞER DIDIN Û ZAROKÊN GEL DIŞÎNIN MIRINÊ’

Başaran, destnîşan kir ku bi tevkariya AKP û MHP’ê şer kûrtir bûye û wiha nerazîbûn nîşan da: “Ev du sal in ku Erdogan û Bahçelî bi tevkariyî tevdigerin û şer kûrtir dikin. Ew biryara şer didin û zarokê gel dişinin mirinê.”

Başaran, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew xwedî li têkoşîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane derdikevin û wê navê wan bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsandin.