Li Çiyayê Cûdî şewat

Daristanên Çiyayê Cûdî dişewite.

Li qontarên Çiyayê Cûdî yê dikeve pêşberî devera Teşta Mure ya dikeve navbera gundên Çaglayan û Hisar ên navçeya Cizîr a Şirnexê şewat der ket.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên berî demekê li herêmê operasyonên leşkerî hate destpêkirin, hate girtin, şewat ji aliyê leşkeran ve hatiye pêxistin.

Rê nayê dayîn ku şewata nêzî cihê leşkerî hatiye pêxistin gundî biçin vemirînin, ji bo vemirandinê jî ti hewldanek nîne.

Li aliyê din 16’ê Gulanê li qontara pêşberî gundê Îkîzdere ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derketibû û bi desteka gundî, Midûryeta Daristanê ya Şirnexê û tîmên Îdarî ya Taybet a Bajar û tîmên agirkujiyê şewat hatibû vemirandin.