Li Çewlikê bi hezaran kes di Newrozê de li hev kom bûn

Li Çewlikê bi hezaran kes li ber dirûşma "Bijî Serok Apo" li hev kom bûn û agirê Newrozê dadan.

Newroza Çewlikê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk û bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li Qada Newrozê ya Taxa Sarayê hate pîrozkirin. Qada Newrozê bi alayên HDP, Partiya Çep a Kesk û pankarta “Bila Çewlik weke herêma karesatê bê îlankirin” hatibû xemilandin. Tevî barana zêde jî bi sedan kes ji saetên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Endam û rêveberên rêxistinên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk ên navend û navçeyan, aktîvîstên TJA’yê, endamên Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Ligel barana zêde jî bi sedan welatî ji gund, navçe û taxan berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyan cil û bergên kurdî li xwe kiribûn. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de ji ewil Rêveberê Komîteya Amadekar a Newrozê Zayîm Bagbars axivî. Bagbars di serî de Newroz li her kesî pîroz kir û ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest. Bagbars, da zanîn ku hikûmetê ji bo erdhejê tu tevdîr negirtibû lewma berpirsyarê mirinan jî ew e.

Piştre jî Hevserokê HDP’a Çewlikê Feyzûllah Şeyhanoglû axivî û ev tişt anî ziman: “Desthialtdarî tu carî ji bo karesatan tevdîr negirt. Lewma bû sedema mirina bi hezaran kesan. Divê gelê me di hilbijartinên 14’ê gulanê de biçe ser sindoqê û bersiveke xurt bide wan. Em ê bi ruhê Newrozê birînên xwe derman bikin û hesabê ji hikûmetê bipirsin. Em ê tu carî de dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê bi ruhê Kawayan bersivê bidin Dehaqan.”

Endama PM’a DBP’ê Nûrten Uzumcu jî Newroz li gel pîroz kir û wiha got: “Em bi ruhê têkoşîn û serhildanê Newrozê pîroz dikin. Dsthilatdariya AKP’ê ev 20 sal in cihê jiyanê bo gelan nehiştiye. Dawiya vê îktîdarê hatiye. Dê winda bikin. Li dijî desthilatdariyê hêrseke mezin heye û roj bi roj mezintir dibin. Divê em li dijî zilm, zordarî, kedxwarî û bêhiqûqiyê bêhtir têbikoşin. Li pêşiya me hilbijartinek heye û ji bo bidawîkirina vê zilmê divê em kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund xebatan bimeşînin û rêxistiniya xwe mezintir bikin.”

Hevseroka HDP’ê ya Çewlikê Mihrîban Ekîncî jî helbesta xwe ya bi navê “Newroz” xwend.

Herî dawî jî Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr axivî û wiha got: “Dehaq, bi sala ye zilmê li gel dikin. Lê li hemberî wan jî Kawayên Hesinkar hene. Gelê kurd li dijî zilmê tu carî serî netewand û dê netewîne jî. Her wiha ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê sersaxiyê dixwazim. Heke hikûmetê tevdîr bigirta dê ewqas kesan jiyana xwe ji dest nedabûna. Ev jî zilm e. Hêj birînên erdhejê nehatibûn dermankirin ku îcar karesata lehiyan çêbû. Her tişt ji bo rantê çêkirine. Erdogan di nava 20 salan de ev welat xizan kir û bû sedem ku bi milyonan kes ji cih û warên xwe bibin. Ji bo jiyaneke azad û aştiyane pêwîstî bi siyaseteke demokratîk heye. Her wiha em li vir girtiyên siyasî silav dikin. Divê em dest bidin destê hev û di 14’ê gulanê de bersivê bidin van dehaqan”.
Bi dawîbûna axaftinê re girseyê tilîlî avêtin û dengê çepikan li qadê bilind bû. Girseyê bi dirûşmên “Bijî Serok” û “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxist. 

Piştre jî hunermend Evîn Sindî û dengbêjê herêmê Fettah Yalçin derketin ser dikeê û stranên xwe gotin. 
 
Newroz, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.