Li Çewligê şewata daristanan didome

Şewata li herêma Suvêran a Dara Hênêya Çewligê sê roj in didome. Ji ber şewatê Koya Spî şewitî û bû xwelî.

Di 25’ê Hezîranê de şewata li daristanê dest pê kir. Sedema şewatê niha nayê zanîn. Lê di van deman de li gelek derên Kurdistanê artêşa Tirk a dagirker agir bi daristanan dixe.

Li Dara Hênê jî li qada ku qereqola Suvêranê  lê ye agir bi qadê ket û ev jî rê li ber gumanan vedike ku leşkeran agir bi vê qadê xistine.

Ji ber ba şewat li gundê Gaz, Şêxismaîl û Xodanê belav bû. Şewatê herî kêm bandor li 20 cihan kiriye.

Ji ber ku şewat nayê tefandin, gel nerazîbûn nîşan da. Ev şewat bi qasî 3 kîlometreyan dûrî Dara Hênê ye. Hate diyarkirin beşeke zêde ya daristanê şewitiye.

Bi taybetî beşeke zêde ya Koya Spî şewitî. Şewat ber bi Xereba û Avnikê ve diçe.

Ji kîsoyan bigire heta kew û kîvroşkan şewatê bandoreke neyînî li ser gelek heywanan kir.