Li 39 gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin

Hêzên dewleta Tirk dor li 39 gund û gundikên Licê, Hezro û Karazê girtin û derketina derve qedexe kirin.

Hêzên dewleta Tirk, ku li Amedê amadekariya operasyonê dikin, li 39 gund û gundikan derketina derve qedexe kirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Amedê, herêmên operasyon lê bên kirin û derketina derve li wan qedexe ye ev in:

Gundên Damar, Zumrut, Kipçik, Çirali, Siginak, Kiyikoy, Dallica, Bûdak, Turelî, Tepe, Yolçati, Dîbekkoy, Çagdaş, Arikli, Serînce, Kayacik, Ûçari, Ziyaret, Ortaç, Yalaza, Baglan, Esenler, Çavûndûr, Dolûnay, Kabakaya, Kûtlû û Oyûklû û gundikên wan ên ser bi Licê.

Gundên Ormankaya, Çîtlîbahçe, Terdoken, Kirmataş, Kavaklibogaz, Dadaş, Meşebaglari, Koçbaba û Sarierîk û gundikên wan ên ser bi Hezroyê.

Gundên Boyûnlû, Gozebaşi û Tepecîk û gundikên wan ên ser bi Karazê.